Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîmê malbatên Şehîdan gazî kirne Îtlaatê û sivkatî bi wan kir

13:07 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2026

Bi derbasbûna çar rojan bi ser şehîdbûna 6 pêşmergeyên Hizba Dêmokrata di şerê ligel hêzên Spaa Pasdaran a terorist de, hejmarek ji malbatên Şehîdan li Pîranşarê ji bo Îdareya Îtîlaatê ya vî bajêrî hatin gazîkirin û tevî bêrêzî û gefxwarinê, bi zorê telefona hejmarek ji wan zeft kirin da ku wêneyên «Xamenêyî» di torên wan ên civakî de belav bikin.

Çavkaniyeke agahdar tevî piştrastkirina vê nûçeyê got: Roja şemî 13ê Pûşpera 1405an, hejmarek ji malbatên pêşmergeyên Şehîdbûyî yên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Pîranşarê, ji bo Îdareya Îtîlaatê ya vî bajêrî hatin gazîkirin û tevî bêhurmetî li wan, bi zor û gefxwarinê ji wan malbatan hat xwestin ku telefona mobîl û remza wekirina Gûşiyên telefona xwe bidne destê hêzên ewlehiyê. Dema ku malbat ji vê zora hanê xwe dane paş, hêzên ewlehiyê telefona mobîl a hejmarek ji wan bi zorê ji wan wergirtine û di torên wan ên civakî de dest bi belavkirina wêneyên «Xamenêyî» kirine.

Hemî xelkê azadîxwaz ê Kurdistanê baş dizanin ku rêjîma dije Kurde komara Îslamî mijûlê çi core pîlanên qirêj e ku letmê li kerameta malbatên serbilinde Şehîdan bide, lewra bê guman di vê pîlanê de jî serşorî bo dijmin û dagîrkerê Kurdistanê û terorîstên rêjîmê ye.