Li gorî rapora "New York Times", di merasîma binaxkirina Elî Xamineyî de, amadenebûna kurê wî Mocteba Xamineyî nîşandana yekrêziya rejîmê têk biriye. Çavkaniyên ewlehiyê diyar dikin ku dezgehên ewlehî ji tirsa terorkirina ji aliyê Îsraîlê ve rê li ber amadebûna wî girtine. Ev valahiya mezin bûye sedema şerekî tund di navbera aliyên neteba ên desthilatê de, ka dê kî welat bi rê ve bibe.
Pezişkiyan, Qalîbaf û fermandarên Spahê ji ber hilweşîna aborî, dorpêça deryayî ya Amerîkayê û metirsiya nemana derman û xwarinê, daxwaza agirbest û danûstandina ligel Tiramp dikin. Heta Pezişkiyan gefa dest ji kar berdanê kiriye û Mocteba jî bi şert razî bûye. Di beramber de, hinek aliyên tundrew vê wekî "kûdeta" li dijî Rêberê rêjîmê dibîne û li dijî derdikeve.
New York Times zêde kir ku ev qeyran nîşan dide ku piştî Elî Xamineyî, hêza yekkesî bi dawî bûye û fermandarên Spahê desthilata xwe sepandine. Niha biryarên siyasî zêdetir bi awayekî komî tên girtin û çarenivîsa vê hevrikiyê dê diyar bibe.