Dadgeha Bilind a Behrêynê li roja Yekşemî 5ê Tîrmehê, pêregihîştin bo dosya 19 kesên girûpeke terorîstî ya ser bi spaha pasdaran a rêjîma Îranê dest pêkir û bi amadebûna parêzerên wan terorîstan, pêregihîştin bo dosyeya wan bo encamdana lêkolîn û pêşkêşkirina berevaniyan, heta 12ê Tîrmehê paş xist.
Dadstanê payebilind û serokê Dadgeha Tawanên Terorîstî ya Behrêynê ragihand ku fermana girtina 19 kesan li vê dosyê de hatiye dan ku 11 kes ji wan hatine girtin lê 8 kesê din ji Behrêynê revîne.
Pêka gotina Dadstanê Behrêynê, wan kesan girûpek bi armanca rêgirîkirin ji yasaya bingehîn û yasayên Behrêynê, rêgirîkirin ji karê navend û berpirsên hikûmî, derbelêdan bi yekîtiya netewî, guherîna sîstema yasya bingehîn û propaganda bo “wilayeta feqîh” wek dirêjederê rêjîma Îranê, ava kirine û pêywendî digel spaha pasdaran a terorîst hebûne û xwestine bi zorê û kiryarên terorîstî, wan armancên xwe cîbicî bikin.
Li dema girtina wan 11 kesan de gelek diraf û belgeyên rohn bi taybet ên pêywendiya wan digel spaha pasdaran kevtine destê hêzên Behrêynê.