Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netenyahu: Şerê bi dijî Komara Îslamî û niyabêtên rejîmê tu carî bi dawî nabe

09:59 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2026

Serokwezîrên Îsraîlê, li hevpeyvînekê de ligel kanala 14 a welatê xwe, sitayîşa destkeftên serbazî ên çend sala derbasbûyî a Îsraîlê kir û ragehand, şerên Îsraîlê tu carî bi dawî nabin û heya niha komek karên amancdar li dijî Mêhwera Komara Îslamiya Îranê mane ku dibe bêne cîbicîkirin.

Binyamîn Netenyahu li bersiva wê pirsê de ku aya dibe şerên Îsraîlê li dijî Komara Îslamî, Hemas û Hizbulahê bidawî hatiye yan bi serkeftî bêne hisab, got: ew şerane tu carî xelas nabin, eger dixwazî li Rojhelata navîn û cîhanê de jiyanê bikî, dibe gelek bihêz bî.

Navbirî li dirêjeya qisên xwe de îşare bi vê kir ku têgeheştin û rêkeftina wiha ligel Lubnanê hatiye berbas ku berê kesê pêşbînî nedikir.

Navbirî aşkera kir ku Îsraîl ligel çend welatên din de jî li peywendiyê de ye, lê hûrgiliyên zêdetir behs nekir.

Netenyahu tekezî kir ku, dema ku tu bihêz bî, yên din wê hevpeymaniyê ligel te bikin û li dawiyê de jî wê aştiyê ligel te wajo bikin.