Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa Opêk Plas zêdekirina berhemanîna nefta xwe bo heyva bê, erê kir

09:22 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2026

Roja Yekşemî 5ê Tîrmehê, gurûpa “Opec Plus” bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku zêdekirina berhemanîna nefta xwe bo heyva bê ya zayînî erê kiriye û ev biryar li halekê de hatiye dan ku vebûna hêdî-hêdî ya tengava Hormozê bo hinardekirina neftê bi bazarên cîhanê, nirxa neftê jî rû bi daketinê ve diçe.

Pêka rapora Reutersê, li heyva bê anku Tebaxê de Opec Plus dê rojane 188 hezar bermîl neftê zêdetir berhem bîne.

Opec Plus 21 endam hene ku 7 ji wan yên bingehîn in û li heyva “May” a Zayînî de 33 milyon û 130 hezar bermîl neft berhem anîbû ku li heyva June a zayînî de 42 milyon û 770 hezar bermîl neft berhem anîbû lê tevî hemû hewlên Amerîkayê bo hinardekirina neftê, hêj rêjeya hinrdekirina neftê kêmtir ji berî şer û aloziyan e.