Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tijîbûna bazara neftê, karta givaşên Tehranê di danûstandinan de lawaz dike

09:24 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2026

Rojnameya “Wall Street Journal” ragihand ku zivirîna bilez ya bazara neft bo rewşa berî şer û zêdebûna xistinerû ji aliyê welatên Kendavê ve, şiyana Komara Îslamî ya Îranê ji bo bikaranîna Tengava Hormozê wekî karta givaşê di danûstandinên xwe de ligel Amerîkayê lawaz kiriye.

Li gorî vê raporê, herçend bihayê neftê vegeriyaye asta berî şer û hatûçûya tankerên petrolê li Tengava Hormozê ber bi asayîbûnê ve diçe, lê tijîkirina enbarên petrolê yên cîhanê demeke dirêj dixwaze. Ev jî bandorek rasterast li ser hevsengiya hêzê di navbera Tehran û Waşingtonê de heye.

Raporê amaje bi axaftinên “J.D. Vance”, Cîgirê Serkomarê Amerîkayê kirye, ku gotibû îmzekirina rêkeftinekê digel Îranê derfeteke baş e da ku cîhan beşek ji enbarên petrolên xwe ji nû ve tijî bike.

Di vê çarçoveyê de, welatên Kendavê bi lez berhemanîna nefta xwe zêde kirine, û Îmaratê bi rêya xeta boriya “Fujairah” hinardeya xwe zêde kiriye û Kuweyt jî gihîştiye rojane 1.6 mîlyon bermîl.

“Wall Street Journal” ragîhand ku ev guherîn, tenê di nav çar mehan de piştî vekirina Tengavê, helwesta Tehranê di danûstandinên etomî û herêmî de li hember Waşingtonê lawaz kiriye, ji ber ku êdî gefa deryayî ya Îranê nikare bandorê li ser aboriya cîhanê dabinê.