Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PJAK ê navê wan 4 Şehîdên xwe ku li Mihabadê Şehîd bibûn aşkera kir

10:19 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2026

Navenda Ragîhandin a PJAKê li ser nave Yerekê, li daxuyaniyekê de nave 4 Şehîdên vê partiyê ku li çend rojên derbasbûyê de li Rojhilatê Kurdistanê û li pevçuna digel hêzên terorîse rêjîmê, şehîd bibûn, aşkera kir.

Di destpêka daxuyaniya PJAKê de hatiye: "Herwekî gelê me û raya giştî dizane, di van çend rojên borî de, li Mehabadê hêzên rêjîmê êrîş birin ser hêzên me. Ne tenê li ser hêzên me, belku zextên rejîma Îranê yên li ser gel jî pir zêde bûne. Di encamê de rejîma Îranê bi van êrîş û kiryarên xwe, dixwaze şikesta xwe veşêre û xwe serkeftî nîşan bide.

Di encama êrîşên li ser hêzên me yên li herêma Mehabadê de, 4 hevalên me yên bi navên, Zarîn Akbaş xelka Tetwanê -  Perestû Sefayîpûr xelka Merîwanê  - Xelîl Çîçek xelkê Mûşê  û  Resûl Yêgane xelkê Xoyê, heta dawî dilopa xwîna xwe bi qehremaniyeke mezin, şer kirin û şehad bûn. Yerekê ragîhandiye ku di nava hêzên Spaha Pasdaran de jî kuştî û birîndar hene ku di nav wan de kesên pilebilind jî hene. PJAK li daxuyaniya han de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû xelkê Kurdistanê re dixwazin.