Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netenyaho: Avakirina Xezê bê hilweşandina hêza leşkerî û çekdanîn mehale

10:20 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2026

Binyamîn Netenyaho, Serokwezîrê Îsraîlê, ragihand ku pêvajoya avakirina Xezê tenê piştî hilweşandina pêkhateya leşkerî ya Hamas û çekdanîna wan di herêmê de dest pê dike.

navbirî got ku Îsraîl bi avakirina herêmeke ewlehiyê ya veqetandî di nav Xezeyê de, metirsiyên ewlehiyê kêm kiriye û ewlehiya akinciyên bajarokên derdora Xezeyê ji nû ve dabîn kiriye.

Netanyaho herwisa got ku akinciyên Xezeyê serbest in ku li herêmê bimînin an jî ji wê derkevin, lê ev divê tu metirsiyek ji bo Têlavîvê an ewlehiya Îsraîlê çê neke.

Herwisa di beşa din a axaftina xwe de, wî li ser rewşa Lubnanê got ku Îsraîl mafê mayîna leşkerên xwe li ser dirêjahiya Xeta Zer li başûrê Lubnanê heye.

Netanyaho herwisa eşkere kir Donald Tiramp ti daxwazek ji Îsraîlê nekiriye ku operasyonên xwe li dijî tunelên Hizbullah rawestîne.

Pêka gotina navbirî, Hizbullah tenê ji her rêkeftinekê ku Îran tê de be pêşwazî dike û bi berdewamî peymanên xwe li hember Îsraîlê binpê dike.

Ev gotinane di demekê de tên ku nîqaşên navneteweyî li ser paşeroja Xeze û şêwaza rêvebirina wê hîn jî berdewam in.