Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefa nû a Îsraîl ji desthilatdarên rêjîma Îranê

10:21 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2026

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê: Heçî rêberekî Komara Îslamî ku ji bo jinavbirina Îsraîlê gavekê bavêje û gefan li Îsraîl bike, dê bibe armanc û ji nav biçe.

Yisraîl Katz Wezîrê Berevaniya Îsraîlê, di heman demê de ku rêûresima birêkrina termê  Elî Xamineyî rêberê berê yê Komara Îslamî pêk dihat, hişdarî da ku her rêberek Komara Îslamî ku hewl bide plana jinavbirina Îsraîlê pêş bixe, dê bibe armanca operasyonên Îsraîlê.

Katz roja Duşemî pêka gotina berdevkê xwe got: «Ayetullah Xamineyî, ku niha merasîma tazyebariya wî tê lidarxistin, bi destê Îsraîlê hate kuştin, ji ber ku ew darêjer û rêberê plana jinavbirina Îsraîlê li Îran û hemû deverê de bû.

Wezîrê Berevaniya Îsraîl herwisa got ku êrîşên hevbeş yên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê, metirsiyên lezgîn li dijî Îsraîlê nehêlan û gurizek giran li şiyanên stratejîk yên Îranê dan.