Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ragihand ku li nêzîkî herêma "Lîme" ya Omanê, mûşekekî nenas li tankerke neftê ketiye û bûye sedema şewatê. Hevdem malpera Axios ji zarê berpirsekî Amerîkî diyar kir ku Spaha Pasdaran a rêjîma Îranê bi muşekan êrişî kiriye ser du keştiyan li Tengava Hormozê. Televîzyona dewletî ya Îranê jî piştrast kir ku keştiyeke gaza xwezayî (LNG) ji ber guhnedana hişyariyan li nêzîkî avên Omanê hatiye armancgirtin.
Li aliyê din, Aladîn Borûcerdî, endamê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclîsa rêjîma Îranê, ragihand ku biryara guhertina pergala desthilatdariyê li Tengava Hormozê biryareke neteweyî ye. Wî got ev biryar piştî şerê 40 rojî yê li dijî Îranê, di astên herî bilind ên dewletê de hatiye girtin û dê bi dawî bibe. Borûcerdî hişyarî da welatên biyanî ku divê bêyî hevahengiya bi hêzên çekdar ên Îranê re, ti gavan neavêjin û berjewendiyên Tehranê li ber çavan bigirin.