Milîsên Hemasê li roja Dûşemî 15ê meha Pûşperê 1405 a Rojî, hemberî 6ê Tîrmeha 2026an a Zayînî, belav kirine ku navenda birêveberiya xwe ya Xezê hilveşandine, ev yek li halekê de ye ku nêzî 2 dehikan desthilata Xezê li destê milîsên Hemasê de bû û ev taqima terorîstî ya ser bi rêjîma Îranê, ji aliyê Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ve bi terorîst hatiye naskirin.
Pêka rapora nûçegihaniya Firansê, hilveşandina desthilta Hemasê li Xezê, guherîneke siyasî ji aliyê wan milîsan ve tê hisêb ku ji sala 2007 a Zayînî ve bi derxistina hêzên “El-Fetih” kontrola Xezê xistibû destê xwe.
“Îsmaîl El-Sewabite”, berpirsê ofîsa ragîhandinê a Hemasê li Xezê de gotiye ku serokê Komîteya lezgîn biryar daye ku Hemasê hilveşîne da ku rê bo proseya radestkirina desthilata îdarî û hikûmetî bo Komîteya Netewî ya Birêveberiya Xezê vebe.
Donald Tiramp ev komîte bi dewleta Têknokrat a Filsîstî binvan kiriye.
Ev karê Hemasê anku hilveşandina dewlata xwe li Xezê de, nîşaneya batbûna ev hemî sermayeguzariya ku live hatibû kirin, herwisa şikesta mezin a hejmonî û stratejiya rêjîma terorîstperwere komara Îslamiye, ku bi dehan sal bû ev girûpên terorîstî bi serwet û dirafê xelkê Îranê teyar dikirin bo dijayetiya Îsraîl.