Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qeterê dayîna 6 milyar dolar pereyên blokekirî bi rejîma Îranê, red kir

10:04 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2026

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê bi fermî zaniyarî liderheq azadkirina darayiyên blokekirî yên rejîma Îranê red kir û ragihand ku 6 milyar dolar ji pereyên blokekirî yên rejîma Îranê nehatiye veguheztin bo wî welatê.

Navbirî tekezî kir ku ev pare di çarçêveya rêketina sala 2023an de maye û tenê bo kirîna hewcehiyên mirovî dikare bê bikaranîn.

Ev daxuyaniya Qeterê di demekê deye ku Mesûd Pizîşkiyan gotibû ku li gorî planan, 6 milyar dolar ji nav 12 milyar dolar darayiyên Îranê yên li Qeterê dê bên azadkirin û vegerandin bo Îranê.

Azadkirina darayiyên blokekirî yek ji şertên bingehîn ên Tehranê bû ji bo gihîştina bi lihevhatinekê bi Amerîkayê re.

Donald Tiramp jî hefteya derbasbûyî gotibû ku heke ew darayiyên blokekirî yên Îranê bên azadkirin, divê tenê ji bo kirîna xwarinê ji werzîgarên Amerîkayî bên bikaranîn.

Li gorî gotina berpirsên Amerîka, heta niha ti beşek ji darayiyên blokekirî yên Îranê nehatiye azadkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê herwiha ragihand ku welatê wî digel Omanê li ser Tengava Hormozê û parastina ewlehiya keştiyan di vê rêya navneteweyî ya girîng de di hemahengiyê dene.