Yeketiya Xiwendekarên Dêmokrat a Kurdistanê, li daxûyaniyekî fermî de, pêşhatên wê dawiyê ên zanîngeha Kurdistanê û biryara dadgeha rejîma Îranê li derheq dosya mamostayekî tometbar bi kiryarên naexlaqî şermezar kir.
Li gorî wê daxûyaniyê, mamostayekî kolêja Zanistên Mirovî û Civakî li beşa komelnasî, kiryarek naexlaqî beramber bi xwendekarekê encam daye, lê dadgeha navbirî li biryarek nedadperwerane de, tu tawanek bo wî kesî li berçav negirtiye.
Yeketiya Xiwendekarn tekezî ji vê dike ku ew biryara çavkanî li nedadperweriya sîstematîk a desthilatê dide xuya û vegerîna wî kesî bo navenda zanistê, sivkatiya rohn e bi kerameta mirovî û akadimî.
Vê rêkxistinê îşare bi vê kir ku zanîngeh dibe penagehek aram be bo hîn bûnê, nek cihek be bo têrkirina xerîze û têkdana ewlehiya derûnî a xwendekaran.
Yeketiya Xwendekarên Dêmokrat ragehandiye ku nebûna binemaya exlaqî li vî mamosteyî de, şeriyeta damezraveya xwendinê dixe jêr pirsyarê.
Di dawiyê de, Yeketiya Xiwendekarên Dêmokrat zivrîna wî kesî bi biryareke bizanebûn a birêveberên zanîngehê dizane û tevî piştgîriya tewaw li hevpolên xwe, daxwaza dûrxistina destbicî a navbirî li kursiya wanegotinê dike, çimkî kerameta Xwendekaran rê bi bêdengiyê nade.