Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindbûna nirxa hewcehiyên xelkê bi qasê 4 beramber

10:39 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2026

Zêdebûna bihayê hewcehiyên bingehîn, Welatî: "Kirîna ku berê bi nêzîkî yek milyon tûmenî dihat kirin, niha gihştiye nêzîkî çar milyon tûmenî"

Roja 15ê Pûşperê, li ser domandina wergirtina peyamên gel derbarê zêdebûna bihayê hewcehiyên bingehîn û zexta aborî li ser welatiyan, welatiyekî ji şaristana Serawan bi şandina vîdyoyekê ji zêdebûna xercê kirîna xwarinên rojane hawara xwe li ser torên civakî belav kiriye.

Ev welatî bi nîşandana hinek hewcehiyên mîna birinc û rûn dibêje: "Berê bi nêzîkî yek milyon tûmenî mirov dikarî wan hewcehiyan  bikire, lê niha ji bo dabînkirina heman qasa hewcehiyan divê mirov nêzîkî çar milyon tûmenî bide."

Ew di berdewamiyê de li ser zêdebûna berdewam a bihayê xwarinan, vê giranbûnê wekî "piştşikên û perîşanî" pênase dike û dibêje ku dabînkirina hewcedariyêndestpêkî yên jiyanê ji bo gelek malbatan ji ya berê zehmettir bûye.

Di hefteyên dawî de, gelek welatiyan bi danana deng û vîdeoyên xwe li ser torên civakî, ji zêdebûna bihayê hewcehiyên xwarinê, kêmbûna şiyana kirînê ya malbatan û zexta aborî li ser qatên kêm-dahat agahî dane.