Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Norwêjê yad û hemaseya şehîdên Qizqepanê bilind hate nirxandin

11:05 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2026

Roja Yekşemî 14ê Pûşpera li navenda olî a (Qazî) li bajarê Sitromîn, koreke rêzgirtin bo nûtirîn şehîdên Kurdistanê (Şehîdên Qizqepan) birê ve çû.

Rêûresim bi sirûda netewayetî a ( Ey Reqîb ) û ragirtina xulekek bêdengî bo rêzgirtin li cane paqij ên şehîdên Kurdistanê dest pê kir, pêşkeşkarê rêûresmê, Gelawêj Mêhfer, bixêrhatin ji mêhvan nûner û rêkxiravan hate kirin.

Peyama Komîteya Norwêjê a hizba Demokrat, ji aliyê kek Ebass Namî Berpirsê komîteya wî welatî ve hate xwendin, ku têde tekezî li ser berdewamiya rêbaza kadir û pêşmergên fîdakar kiribû.

peyama Navenda Pêşmergên dêrîn, ji aliyê xatû Şino Mêhirperwer ve hate pêşkeşkirin, ku tîşk xiste der rola dîrokî a tekoşerên dêrîn li piştgîrîkirin li çepera xebatê de.

Nûser û pêşmergên dêrîn, kek Birahîm Lacanî, gutarek siyasî û şîkarî pêşkeş kir û têde pêşveçûnên rewşa siyasî a Kurdistanê û girîngiya hemaseya Qizqepanê li dîroka hevçerx a tevgerê jî rohin kir.

Kek Hemze Agoşî behis li xweragiriya bêmînak a dayka şehîdan kir wek çavkaniya enerjî û manê û bertek bi dagîrkeran.

Li beşek din a rêûresmê de, fîlmek dîkomêntarî ku ji aliyê (Navenda Pêşmergên dêrîn ên Kurdistanê)ve hate pêşkeşkirin ku bala amadebûyan bo aliyê xwe rakêşa.

hevdem tekoşer Mihemed Koxanî (Metîn) pexşanek siyasî û hemasî xwenid.

peyama hevbeş a (Yeketiya Jinan) û (Komîteya Romerîka Serû) ji aliyê kek Mensûr semarewe hate pêşkeşkirin, hunermend Qadir Elyasî, sirûdek şoreşgêrane pêşkeş kir.

Li dawiya Yasîn Hacîzade peyama sipasî û pêzanîna malbata şehîdên Qizqepan xwend.