Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîm cehdê dike ku nîşan bide xelk piştevanê rêjîmê ye

13:44 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2026

Rêjîm karkerên belengaz bi sozên drav û xwarinê gazî kirine ku di merasima bi gorspartina Xamineyî de beşdar bike daku bikare girseya beşdaran li vê merasimê de mezin nîşan bide, piraniya wan karkeran heta nizanin bi farisî jî biaxivin û Efxanî ne.

Ev hikûmet bi hemû hêza xwe hewl dide nîşan bide ku rêberê wê xwedî piştgiriya gel e, lê gel amade nîne piştgiriya wî dîktatorê kuştî bike...

Saziyên ewlehiyê qatên cuda yên civakê ji bo beşdarbûna di merasîma binaxkirina Xameneî de xistin bin zextê.

Li gorî raporên meydanî yên ji bajarên cuda yên Kurdistana Îranê, çîn, esnaf û komên cuda yên xelkê ji aliyê sazî û îdareyan ve ku di bin kontrola saziyên ewlehiyê de ne, ji bo beşdarbûna di merasîma binaxkirina "Xameneî" de hatine xistin bin zext û gefan. Ji wan re hatiye gotin ku divê di vê merasîmê de beşdar bibin, nexwe dê bi encamên cuda re rûbirû bibin.

Cuda ji alîgirên rêjîmê û kesên ku bi gefan vexwandine bo wan merasiman, rêjîmê bi dehan Hezar kes ji Heşda Şeibî, Hizbulah, Hemas, Husiyên Yemenê û Efxanî di wan merasiman de beşdar kirine ku bikare girseya beşdaran zêde bide xuyakirin.

Rêjîmê bi sedan milyard xeric vê merasimê kiriye ku gorî berhevdanan ger ev xercê ku bo vê merasimê hatî kirin, bo xelkê bê dahat û belengaze Îranê xerc kiriba, renge hinek ji pirskirêkên abûriye wan çareser biban.

Herwisa rêjîmê tev bajar û cihên merasiman militarize kirine û tek tîrendazê Qinase bidest danane ser banan.