Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encamên şikestên rejimê dê nêzîk de di nav civakê de diyar bibin

13:45 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2026

Xalid Ezîzî, Berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di hevpeyvînekê de ligel Televîzyona "Iran International" behsa guhertinên Îran û Kurdistanê yên piştî nemana Elî Xameneî û danûstandinên navbera Komara Îslamî û Amerîkayê de kir. Ezîzî diyar kir ku tevî hewldanên rejimê yên ji bo nîşandana hêzê bi rêya merasîmên taziyê û binaxkirina Xamineyî, pêkhateya desthilatdariya Îranê dê di demek nêzîk de rûbirûyî qeyranên kûr ên siyasî, aborî û ewlehiyê bibe.

Ezîzî destnîşan kir ku rejim ji ber encamên şerê ligel Amerîka û Îsraîlê gelek lawaz bûye. Bi gotina wî, mezin nîşandana merasîma Xameneî hewldanek e daku nîşanî raya giştî bidin ku pergala wan hîn aram e, lê qebûlkirina şertên Amerîkayê di danûstandinên aştiyê de, şikesta veşartî ya rejimê nîşan dide.

Berdevkê PDKÎ ragihand ku ne Mucteba Xameneî û ne jî tu rêvîngekî din, xwedî wê şiyanê nînin ku qeyranên navxweyî û navdewletî birêve bibin. Herwisa Xalid Ezîzî êrîşên pasdaran ên li ser baregehên partiyên kurdî wekî berdewamiya siyaseta rejimê ya ji bo guhartina bala raya giştî û hinceta tepeserkirinê bi nav kir. Di dawiyê de, Ezîzî hişyarî da ku nebûna alternatîveke siyasî ya yekbûyî ya opozîsyonê di danûstandinên Îran û Amerîkayê de, dibe sedem ku daxwazên dêmokratîk ên gel werin paşguhkirin.