Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp bi Pêşwaziya Fermî ya Erdoxan Gihîşt Enqerê

10:04 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2026

Firokeya Serokê Amerîkayê Donald Tiramp, roja sêşemê li Balafirgeha Enqereyê danî û ji aliyê Serkomarê Turkiyê Recep Teyyîp Erdoxan ve bi awayekî fermî hat pêşwazîkirin. Hate zanîn ku Serokê Amerîkayê di vê serdanê de beşdarî Civîna Bilind a Serokên Welatên Endam li NATOyê de bibe.

Tê pêşbînîkirin ku civîna NATOyê ya ku dê du rojan berdewam bike, zêdetir giranî bide ser mijarên wekî şerê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, şerê Rûsya û Ukraynê û herwisa zêdekirina lêçûnên parastinê yên hevalbendên Ewropî.

Hêjayî gotinê ye ku hinekî beriya geheştina Tramp bi Turkiyê, Hevpeymaniya NATOyê ji bo bersivandina daxwaza Tiramp a derbarê zêdekirina budçeya parastinê ya endamên Ewropî, peymanên çekan ên bi bihayê çend mîlyard dolaran ragihand.

Gotûbêjên li ser Mijara Îranê û Hevkariya Serbazî, parek ji behs û dîdara Tiramp û Erdoxan e.

Donald Tramp beriya hevdîtina xwe ya ligel Erdogan, derbarê rojeva civînê de daxuyaniyek da û bal kişand ser mijara Îranê. Tramp wiha got: "Îro em ê li ser bazirganiyê biaxivin. Di heman demê de em ê li ser mijarên din ên têkildarî pirsên serbazî û gelek mijarên din jî gotûbêj bikin. Tiramp gotiye ku Erdoxan û Turkiye jî li ser vê baweriyê ne ku nabe rêjîma Îranê bibe xwediyê çeka navokî.