Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê çendîn navendên rêjîmê kirine armanc

10:09 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2026

Stada Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku hejmarek ji êrîşên bihêz kirine ser çendîn armancên paşmaweyên rêjîma Îranê û ev operasiyon li bersiva êrîşên paşmaweyên rêjîmê bo ser 3 gemiyên ticarî li tengava Hormoz de bûye.

Pêka daxuyaniya “CENTCOM”ê armanca wan êrîşan lêdana derb û xisarên giran bi paşmaweyên rêjîmê bûye.

Herwisa “CENTCOM”ê êrîşa paşmaweyên rêjîmê bo ser wan gemiyên ticarî bi “bê hêcet, metirsîdar û binpêkirina aşkera ya agirbest”ê binav kir.

Nûçegihaniya Fars a ser bi spaha pasdaran a terorîst bi belavkirina raporekê îşare bi dengên teqînên mezin li derdora bajarê Bender Ebas, girava Qişm, Sîrîk û bajarê qiraxaviyê Lingê de kirine.

Pêka raporên belavbûyî, sîstemên berevaniya esmanî, sîstemên çavdêrî yên qiraxavî, sîstemên mûşekî, navendên avêtina dironan û damezraveyên qiraxavî yên paşaweyên rêjîmê bûne armanc.