Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 22ê Pûşperê, li Kurdistanê dest pê kirin

10:12 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2026

Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat û ciwanên şoreşvan ên Rojhilatê Kurdistanê li deve devê 22ê Pûşperê, Salvegera Şehîdbûna “Dr. Qasimlo” ji aliyê dîplomat-terorîstên rêjîma Îranê ve li bajarê Viyenê Paytexta Otrîşê, li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyên berfireh bi armanca rêzgirtin ji yad û navê “Dr. Qasimlo” û herwisa dubarekirina peymana xwe bo berdewamkirina Doza Şehîdên Kurd û Kurdistanê bi rê ve dibin.

Beşek ji wan çalakiyan ev in:

Li bajarê Bokanê de keçên şoreşvan bo rêzgirtin ji yada Şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî, amadekariyan dikin û li devera Feyzullabêygî, gundên Ehmedava, Îngî kend û Canbulax”ê de çalakiyên teblîxî yên taybet bi 22ê Pûşperê bi rê ve çon.

Herwisa li bajarê Merîwanê de li devera Komasî, Ala ya pîroz a Kurdistanê li sêrêyana Çemê Komasîiyê de li tenişta peykera Ehmed begê Komasî, ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Bajar ve hate bilindkirin.