Wezareta Xezînedariya Amerîka ragihand ku derfetnameya giştî ya firotina neft û berhemên petrokîmiya Îranê ku bi paşmaweyên rêjîma Îranê hatibû dan bi awyekî yasayî wan li bazaran de bifroşin, hilveşandiye.
Ev biryara wezareta Xezînedariya Amerîka piştî êrîşên mûşekî bo ser 3 gemiyên neftkêş hatiye dan.
Saziya Operasiyonên Ticareta Deryayî ya Birîtaniyayê anku “UKMTO” jî belavkiriye ku 3 neftkêş li wan rojên dawiyê de li tengava Hormoz û derdora vê de rastî êrîşan hatine lê heta niha paşmaweyên rêjîmê li vê derheqê de ti bertekek fermî ji xwe nîşan nedane.
Pêştir jî spaha pasdaran a terorîst gef xwaribû ku hekî gemiyek bi bê rênimûniyên spaha pasdaran ji tengava Hormozê re derbas bibe dê rastî reftara tund bibe.
Ev êrîşane bi rohnî binpêkirina lihevkirina li navbera Amerîka û paşmaweyên rêjîma Îranê bo agirbesta demkî li tengava Hormoz de ye.