Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê êrîş kire ser welatên Kuweyt û Behrêynê

10:26 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2026

Piştî teqandina 80 armancên rêjîmê li BenderEbas û çend cihên din ji aliyê CENTCOMê, Spaha Pastaran a terorîst êrîş kire ser welatên Behrêyn û Kuweytê û sîstema berevaniya esmanî li wan welatan de kevte rewşa amadebaşî û bersivdan bi wan êrîşan.

Artêşa rêjîma komara Îslamî ragîhand ku bi dironan êrîş kiriye ser binkeya “Şêx Îsa” ya Behrêynê.

Ji aliyê din ve spaha pasdaran a terorîst jî îdia kiriye ku binkeyên Amerîka li Behrêyn û Kuweytê de kirine armanc.

Ev îdiayên paşmaweyên rêjîmê li halekê de ye ku heta niha ti raporek li derheq xisarên canî belav nebûne, lê gorî raporan wan êrîşan xisarên malî gîhandine bînesaî û jêrxana wan welatan.

Raporan de hatiye ku berqa parek ji welatê Kuweytê bi sedema wan êrîşan qut bûye. Herçiqas ku sîstema berevaniya wan welatan çalak jî bûye, lê dîsan jî mûşek û dironên rêjîma Îslamî, xisar gîhandiye wan welatan.