N. Şemal Terxîbî
Dr. Ebdulrehman Qasimlo, sekreterê berê yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û rêberê navdar ê gelê kurd, mîraseke giranbiha ya siyasî li pey xwe hişt. Ew di Şeva Yelda ya sala 1930 de li bajarê Urmiyê ji dayik bû. Di 13 ê Tîrmeha 1989 de, li Viyena paytexta Otrîşê, di encama fitwayeke siyasî-olî de ji aliyê sîstema dîktator û faşîst a Komara Îslamî ya Îranê ve hat şehîdkirin.
Navê Dr. Qasimlo bi têgehên wekî dêmokrasî, Otonomî, Sosyalîzm, têkoşîna çekdarî û serxwebûna Hizbê ve girêdayî ye. Her kesê ku wî nas dike, rasterast van nirxan tîne bîra xwe.
Têkiliya Dêmokrasî û Prsa Neteweyî
Yek ji şakarên herî mezin ên ramanî yên Dr. Qasimlo, girêdana di navbera dêmokrasî û pirsa neteweyî de bû. Ew di wê baweriyê de bû ku ne dêmokrasî bêyî çareserkirina pirsa kurd watedar dibe, û ne jî pirsa kurd bêyî dêmokrasiyê çareser dibe. Siyaset û doktrîna wî di vê hevokê de kurt dibû: "Dêmokrasî ji bo Îranê û Otonomî ji bo Kurdistana Îranê."
Di sala 1980’yî de, dema ku hêzên çepên radîkal banga "dîktatoriya proletaryayê" dikirin, Qasimlo bersiv da wan û got: "Ez xeraptirîn dêmokrasiyê, ji çêtirîn dîktatoriyê bêtir dipejirînim."
Danielle Mîteran, hevjîna serkomarê berê yê Firansê, li ser wî gotibû: "Dr. Qasimlo bi belgeyan ji min re selmand ku dêmokrasî dikare bibe xala hevpar a me Firansî û Kurdan." Wekî çawa Nelson Mandela û têkoşîna li dijî apartheidê li Afrîkaya Başûr temamkerên hev in, li Kurdistanê jî dêmokrasî û Qasimlo du parçeyên ji hev veneqetiyandî ne.
Dêmokrasiya Navxweyî û Rêberiya Bi-Kom
Dêmokratîzekirina têkiliyên navxweyî yên PDKÎ’yê encama jêhatîbûna Qasimlo bû. Ew yekemîn rêberê kurd bû ku bi rêya hilbijartinên azad di kongre û pilînoman de wekî kesê yekem dihat hilbijartin. Ev prensîb di ti partiyeke din a çar parçeyên Kurdistanê de nedihat dîtin.
Berevajiyê gelek rêberên din, wî bawerî bi "rêberiya takkesî" nebû. Ew alîgirê rêberiya bi-kom bû. Di sala 1980’yî de li bajarê Mihabadê, dema ku xelkê dirûşma "Bijî Qasimlo" didan, wî ew rexne kirin û got: "Dirûşma 'Bijî Qasimlo' ne dirûşma me ye, dirûşma me 'Bijî Azadî, Bijî Kurdistan û Bijî Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê' ye."
Dema ku endamên Hizbê di ceribandina dêmokrasiyê de şaşitî dikirin, wî digot: "Heya ku em fêrî dêmokrasiyê bibin, divê em bedela wê jî bidin, ji ber ku niha em temrîna dêmokrasiyê dikin." Wezîrê Dewletê yê Firansê di bîranînên xwe de nivîsîbû ku terorkirina Qasimlo, xencerek bû ku li dilê dêmokrasiya nûbûyî ya Rojhilata Navîn hat xistin.
Otonomî û Realîzma Siyasî
Pêdagiriya Dr. Qasimlo li ser otonomiyê ji bo du sedeman bû:
Yekem: Wî dît ku rewşa dîrokî û siyasî ya Kurdistana Îranê ji parçeyên din (Iraq, Tirkiye û Sûriye) cuda ye. Wekî siyasetmedarekî têgeheştî, wî sînorên siyasî yên heyî bi şêwazekî realîst qebûl kiribûn.
Duhem: Cûreyê zilma neteweyî ya li Îranê li ser kurdan dihat meşandin, ji ya gelên din cuda bû, ji ber vê yekê çareseriya wê jî diviyabû cuda ba.
Herçend wî daxwaza otonomiyê dikir, lê ti carî baweriya xwe ya bi mafê çarenûsînê û avakirina dewleta kurdî nediveşart. Di sala 1980’yî de ji nûnerê Filistînê Hany El-Hesen re gotibû: "Em niha daxwaza otonomiyê dikin, lê heke têkoşîn dirêj û kûr bibe, kurd dê bifikirin li ser alternatîfên din."
Sosyalîzma Dêmokratîk û Dîplomasî
Dr. Qasimlo herçend rexne li sîstema "sosyalîzma heyî" (Bloka Rojhilat) digirt, lê sîstemeke sosyalîst ji ya kapîtalîst çêtir didît. Wî li dijî sosyalîstên klasîk ku bi hinceta antî-emperyalîzmê zilma neteweyî ya li Îranê paşguh dixistin û komunîstên tundrew ku tenê behsa şerê çînayetî dikirin rawesta. Siyaseta wî ya dawî, Sosyalîzma Dêmokratîk bû. Ji ber ramanên wî yên çep û bandorker, ew heya roja şehîdbûna xwe di lîsteya reş a CIA’yê de bû û riya çûna Amerîkayê nedidanê.
Qasimlo bingeha dîplomasiya kurdî ava kir. Wî bawer dikir ku yekîtiya navxweyî şertê sereke ye, lê piştgiriya dewletên mezin şertê pêwîst e. Wî karî piştgiriya dewleta Firansê bi dest bixe û PDKÎ bû yekemîn partiya kurdî ku ji aliyê dewleteke mezin ve bi fermî hat naskirin. Di bin rêberiya wî de, PDKÎ ligel Partiya Kar a Îsraîlê, bû duhemîn partiya Rojhilata Navîn ku bû endama Înternasyonala Sosyalîst.
Dr. Bêrnard Koşner (ku piştre bû wezîrê derve yê Firansê) li ser wî gotibû: "Qasimlo fêrî min kir ku ji bo çareseriya pirsa kurd, divê em ne tenê pişta xwe bi mafên mirovan girêdin, belku divê em şiyana xwe ya siyasî û dîplomatîk jî bi kar bînin."
Têkoşîna Çekdarî Wekî Taktîk
Dr. Qasimlo ji sala 1979 heta 1989’an fermandarê giştî yê hêzên pêşmerge yên PDKÎ’yê bû ku hejmara wan zêdetirî 12 hezar kes bûn. Ji bo wî, şerê çekdarî bersiveke rewa û bergirî bû li dijî êrîşên leşkerî yên rejîma Îranê. Berevajî rêxistinên çerîkî ku şerê çekdarî wekî "stratejî" didîtin, Qasimlo ew tenê wekî taktîkekî demkî dît ji bo amadekirina rêya aştî û diyaloga siyasî.
Tevî hemû hovîtiya pasdarên Îranê, wî ti carî rê neda ku têkoşîna pêşmerge bibe kiryarên terorîstî. Berevajî hin rêberên din ku îdiaya rêbertiya çar parçeyan dikirin û navê kurdan xistin lîsteyên terorê, Qasimlo rûmeta şerê rewa parast. Yasir Erefat li ser wî gotibû: "Qasimlo, rêberê kurdan, fermandariya şerê çekdarî kir lê dêmokratbûna xwe jî parast."
Wekî din, wî serxwebûna biryara siyasî ya Hizbê vegerand. Berî wî, PDKÎ perçebûyî bû û di bin bandora aliyên din de bû, lê wî Hizb kire hêza herî mezin a opozîsyona Îranê. Malpera Wîkîlîks eşkere kir ku: "Qasimlo yekane rêberê opozîsyonê bû ku her dema bixwesta dikaribû Sedam Husên bibîne, lê wî xwe ji wênegirtina bi Sedam re diparast." Wî exlaq anî nav siyasetê û siyaset wekî "hunera mumkin" pênase dikir.
Qotabxana Qasimlo: Neteweperweriya Modêrn
Rastiyek heye ku Dr. Qasimlo dehan salan ji serdemê xwe pêştir bû. Ramanên wî yên nûjen û hevgirtina doza neteweyî bi mafên mirovan re, ew ji hemû rêberên serdemê wî cuda dikir. Ew di asta navneteweyî de ligel rêberên wekî Willy Brandt (Almanya) û Nelson Mandela (Afrîkaya Başûr) dihat hesibandin. Wî pirsa kurd ji qalikê herêmî derxist û anî ser maseya Ewropayê.
Îro, piştî zêdetirî sê dehkan ji şehîdbûna wî, nifşekî nû û ronakbîr li Kurdistanê serî hildaye ku ramanên Qasimlo baştir fêm dikin. Ev nifş wî wekî pilan û projeyeke dîrokî ya temamnebûyî dibînin û bi şanazî jê re dibêjin "Bavê Neteweperweriya Modern a Kurdî". Ji bo vê nifşê, kurdayetiya bêyî dêmokrasî û azadiya takkesî, çemkekî populîst û bêbaha ye.
Ev bandor ne tenê di warê teorîk de ye, belê rijiyaye ser şeqamên Kurdistanê. Di xwepêşandanên salên dawî de, ciwanan di bin rewşa herî tunde ewlehiyê de dirûşma hevpar didan: "Qasimlo, Qasimlo, rêka te dirêjî heye...". Ev yek nîşan dide ku manifestoya wî, projeyeke zindî ya pêşerojê ye.
Dibistana Qasimlo nûneratiya neteweperweriyeke stratejîk û dûrbîn dike ku li ser 3 stûnên bingehîn ava bûye:
1 - Sekularîzm (Cudakirina ol ji dewletê)
2 -Modernîzm (Hevdem bûn ligel cîhana nû)
3 -Demokrasî (Bawerî bi sindoqa dengdanê û mafê hevwelatiyê)
Ev sê stûn îro bûne nîşana hişyariya neteweyî ya bilind, tovê ku Qasimlo salan berê çandibû, îro şîn bûye.