Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şiroveya herifîna desthihatdariya reha di Îranê de

13:33 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2026

N. Serbest Urmiye

 

Sindurûka xewleketinê û binaxkirina bê meşrûîyet

Dîroka siyasî ya cîhanê gelek caran daye selimandin ku hêzên ku pişta xwe dispêrin zext, serkut kirin û çinekirina sîstimatîk a îradeya gelan, heta rojên dawî wêneyekî bihêz û pîroz ji pêkhateya xwe nîşan didin. Lêbelê, rastiya nepenî û metirsîdar ji van rejîman re hingê eşkere dibe ku stûna sereke yan maziye pişta wan diherife. Hatine kuştina Elî Xamneyî û nemana wî û merasimên binaxkirina wî, zêdetirî ji vê hindê ku bûyereke biyolojîk a sade be, xala werçerxanê ya hilweşîna yekcarekî ya meşrûîyet û nîşana xewleketina dîrokî ya zordareke sitemkar e.

 

Xwe bi zor zanîna xeyalî û xweleketina bi rast

Zordarê ku bi salan civak parvekiribû bi ser xwerûperestên desthilata pîroz û  hemwelatiyên bêpar û blindest de û ji bo ragirtina xwe ji rijandina xwîna ciwanan bigire heya tepeserkirinê di tev qadên siyasî, civakî, … de, dest ji çi kiriyareke hov û dijî mirovahiyê nediparast, di dawiya rê de bi rastiyeke wiha tal re rû bi rû dibe. Mirin di sindirûka bêkes manê de.

« sindurûka xewleketinê » amajeyek e ji bo çarenûsa neçariyê ya desthilatekê ku ji serekaniya meşrûîyeta gel bêpar maye. Binaxkirina sitemkarê ku destê wî bi xwîna xwepêşanderên welatparêz û azadîxwazên rastîn sor bûye, tu carî nikare bibe destaneke gelêrî; belkî rêreweke dest çêkirî, sar û sivik e ku  ji tirsa vê çendê de ku neku hêza hirs û xezeba gel û civakê senaryoya fermî ya desthilatdariyê têk bide, ji aliyê paşmayiyên navenda desthilatê ve û di rewşeke bi temamî îzolekirî û ewlekarî de tê lidarxistin.

 

Mirina bi şermezarî, tolhildana dîrokê ji dîktatoran e

Di çanda siyasî de, şermezarbûn ji bo rêberekê ne bi wateya hejariya madî an nivîşkaniya laşê wî ye, belku tê wateya herifandina exlaqî, nefreta giştî û tirsiyan ji   gelekê ye ku hikim bi ser de kiriye. Sitemkarê ku rojekê ji rojên xwe bi destpêk û dawî û di şûna Xwedê de li ser erdê dizaî, heta piştî mirina xwe jî, wiha ji siya gel ditirse ku divê binaxkirina wî di bin sîbera tirs û çekên leşkerî de bimeşe.

Mirina wiha, xuyatirîn şermezarî û rûreşiya siyasî ye. Dema ku mirina rêberekê li şûna ku bibe şîna rastîn a gelekê, hêviya azadiyê di dilê gel de xurt bike, karnameya wî berî ku biçe bin axê, di dadgeha dîrokê de hatiye mehkûmkirin.

 

karesata binaxkirina bê meşrûîyet

Binaxkirina bê meşrûîyet, dê di paşerojê de, bibe bahozeke pirs û arişeyên aloz di pêkhateya siyasî ya Îranê de.

Parvebûna navenda hêz û desthilatê: Bi çûna kesê ku bi dehsalan hevsengî di navbera bandên mafyayî yên leşkerî, serkutkar û aborî de diparast, valahiyeke mezin di navenda rêberiya hêzê de çêdibe.

Hilweriyan û dest berdan a hêza berjewendîxwaz: parek ji hêzê ku tenê ji ber tirsê an berjewendiyên aborî girêdayî sîstemê bûn, bi dawîhatina hikmê hakimê sereke û nemana wî, dê riya xwe ji desthilatê veqetînin.

Nebûna kesên karîzma di sîstemê de: cîgirên ku li şûn de bên danîn, ne xwedî meşrûîyeta olî û mesebiya kevneşopperêz dibin û ne jî dikarin wê heybeta pûç ji nû ve ava bikin; di encamê de, desthilat neçar e ku bi rengekî saf û eşkere, tenê pala xwe bide hêza serkutê  ku di cihê  bixwe de temenê rejîmê pir kurt dike.

 

Encam

Ew sindurûka ku Xamneyî tê de hate danîn, ne sindurûka kesekî ye; belkû tabûta îdeolojiyeke tevahîxwaz, serkutkar û ji gel havîbûyekê ye ku bi dehsalan siya xwe avêtibû ser Îranê. Binaxkirina wî di rewşa ewlekarî û ji tirsa serhildana gel de, nîşaneya dawiya çaxeke tarî û destpêka qonaxeke nû ye; rojên ku tê de neteweyên Îranê, li ser xewlehiya dîktatoriyê, ber bi selimandin û cihgîrkirina nasnameya neteweyî, azadî û serweriya yasayî ve dimeşin.