Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnasandina Têkoşîna Kurdî di Serdema Veguherînên Mezin de

13:56 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2026

N. Dr. Mehmûd Ebas

 

Beşa Duyem

Ji şoreşa klasîk ber bi pevçûnên serdema guhertina ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewa ku îro pêdivî ye, ew e ku rê û amûrên xebatê ji nû ve bên nirxandin, da ku bi cîhaneke nû re biguncin, cîhaneke ku tê de rêgezên hêz û bandorê guherîne.

 

Mafê neteweyî yê Kurdî ne cihê gotûbêjê ye

Hebûna Kurdistanê, yekbûna gelê wê, mafê çarenivîsê û avakirina dewleta xwe, ne mijar in ku bi şêwazên hizrî yên nezelal bên guhertin, bi taybetî di herêmekê da ku desthilatên wê hê jî hebûna Kurdan înkar dikin û wan wek metirsiyekê dibînin ku divê bê parçekirin an kontrolkirin. Ji ber vê yekê, pêşxistina xebata Kurdî nayê wateya sivikkirina armanca neteweyî, lê wateya parastina wê bi rêbazên pêgihîştîtir û karîgertir e.

Di sedsala borî de, piraniya tevgerên neteweyî li ser mantiqeke diyar ava bûn: gelekî ji mafên xwe bêpar, nasnameya xwe pêk tîne, rêxistinên xwe ava dike, paşê jî li hember desthilateke navendî an hêzeke dagîrker têdikoşe da ku naskirin an serxwebûnê bi dest bixe. Tevgera Kurdî jî, ji şoreşên Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şêx Seîd, Barzaniyan, heta Ebdulrehman Qasimlo, PKK, û xebata siyasî û çandî li parçeyên Kurdistanê, gelek caran di vê çarçoveyê da meşiya. Têkoşîna siyasî an leşkerî bû navenda karê neteweyî.

Ev rêyekî dîrokî bû û sedemên xwe hebûn. Cîhan wê demê bi dewletên neteweyî yên hişk, bi mantiqa Şerê Sar, û bi pîvana berxwedan û rêxistinbûnê dihat fêmkirin. Lê pirsgirêka îro ne ew e ku ew rêya dîrokî şaş bû, pirsgirêk ew e ku em bibêjin amûrên wê yên kevn hê jî ji bo serdemeke nû têra xwe dikin.

Sedsala 21an tenê amûrên ragihandinê û aboriyê neguherand, belku wateya hêzê bi xwe ji nû ve pênase kir. Bi şoreşa dijîtal, aboriya cîhanî, zîrekiya çêkirî, û teknolojiyên guhertinê, kontrolkirina datayan, rêvebirina agahiyan, çêkirina raya giştî, û destgirtina ser aborî û teknolojiyê bûn hêmanên sereke yên bandor û desthilatê. Em ketine serdema pevçûnên guhertinê, li vir şer tenê li eniyên leşkerî an odeyên siyasetê nayên biryar dan, belku li ser platforman, toran, bazaran, guhertinan û navendên teknolojiyê jî têne biryar dan.

Ji ber vê yekê, pirsa Kurdî êdî tenê di çarçoveya rûbirûbûna bi desthilata navendî da namîne. Ew niha girêdayî ye bi vê yekê ku çawa doza Kurdî dikare xwe di vê cîhana nû da ji nû ve bicih bike bêyî ku nasname û armanca xwe winda bike. Pêdivî ne ew e ku doza Kurdî ji rastiya xwe ya dîrokî dûr bikeve da ku zimanê serdemê razî bike, pêdivî ew e ku zimanê serdemê baş fêr bibe da ku xizmeta wê rastiyê bike.

Beşek girîng ji karê siyasî yê Kurdî hê jî bi hişmendiya sedsala borî dimeşe, partî hin caran dişibin rêxistinên veşartî yên kevn, û gotara siyasî bi têgihiştinên hêdî û kevin li cîhaneke pir lezgîn dinihêre. Ev nayê wateya ku ezmûna Kurdî di dîrokê da şaş bû,  wateya wê ew e ku rêzgirtina rast ji wan qurbaniyan, pêşxistina amûran e, ne dubarekirina wan bi rengekî hişk.

Girêdana bi netewetiya Kurdî nayê wateya hişkbûna di rêbazan da. Heta dibe ku girêdana bi amûrên kevn, dema şertên cîhanê diguherin, doza bi xwe jî lawaz bike. Pêdivî ne derketina ji netewetiya Kurdî ye, lê veguhastina projeya neteweyî ya Kurdî ye ji mantiqa sedsala borî bo amûrên vê sedsalê.

Li Rojavayê Kurdistanê, di salên dawî da ezmûneke siyasî, rêveberî û leşkerî derket holê ku di destpêkê da wek deriyekî nû ji bo Kurdan li Sûriyê xuya dikir. Wê di nav hawîrdoreke aloz da astek ji ewlehî û parastinê peyda kir, lê nekarî vê yekê veguherîne projeyeke neteweyî ya qewî ku xizmeta doza Kurdî ya dîrokî bike. Rast e ku zextên navneteweyî, dijminatiya hêzên herêmî, û alozîyên şerê Sûriyê bandor li wê kirin, lê ev wê ji berpirsyariya paşguhkirina aliyê neteweyî, lawaziya binesaziyê, başnekirina jiyana rojane, û neavakirina modêleke aborî û sazûmanî ku hebûna Kurdan li ser axa wan bihêz bike, rizgar nake.

Bi guherînên dawî yên Sûriyê, û bi windakirina beşek ji destkeftiyên rêveberiya xweser, tevgera Kurdî ket qonaxekê ku êdî ne li ber projeya firehbûnê ye, lê li ber hewldana dijwar a parastina tiştê mayî ye, bi rêya diyalog û danûstandinê di nav Sûriyeke guherbar da. Êdî bes nîne mirov tenê bi zimanê serkeftina leşkerî an rewayetiya meydanê biaxive. Rastiya nû nîşan da ku çek û rêveberiya herêmî, ger piştgirîya dîtineke neteweyî ya zelal, aboriyeke rast, û başkirineke berbiçav di jiyana xelkê da tune be, dikarin bi yek guhertina hevsengiya hêzan lawaz bibin.

Îro ya ku pêdivî ye, ev e ku tevgera Kurdî ji mantiqa tevgera şoreşgerî ya kevn derbasî mantiqa hêzeke neteweyî ya dîrokî bibe, hêzek ku bikare di cîhaneke, girêdayî û lezguher da kar bike. Ev nayê wateya devjêberdana ji bingehê doze, lê wateya rizgarkirina wê ji hişkbûnê û dayîna hêzeke mezintir a amadebûn, bandor û domandinê ye.

Doza Kurdî ne ji dîrokê, ne ji qurbanîyan, û ne ji kûrahiya zordariyê bêpar e. Lê îro pêdivîya wê bi dîsa bicihkirina xwe di hevsengiyên serdemê da heye. Gelê Kurd ne hewce ye ku kesekî armanca wî ya neteweyî sivik bike, ew hewce ye ku alîkariyê bike da ku ev armanc bibe projeyeke jiyanbar di pergala navneteweyî ya nû da. Ew ne hewce ye bi dirûşmeyên serneteweyî yên nekarîn parastina gelekî bindest li Rojhilata Navîn bikin, lê hewce ye bi gotarekê ku eşkere dibêje: bi netewetiya xwe ve girêdayî bimîne, lê rêbazên parastina wê nû bike.

Ji vir, erkê herî lezgîn li pêş tevgera Kurdistanî ew e ku gotûbêjeke cidî û kûr li ser vê veguhastinê veke, gotûbêjek ku rewşenbîr, siyasetvan, lêkoler û xwedî ezmûn tê de beşdar bibin, da ku li ser pêşeroja doza Kurdî bi zimanekî ku cîhana nû fêm dike, bêyî devjêberdana ji bingehên mezin, bihizirin.

Şerê bê ne tenê şerê sînoran û erdnîgariyê ye, belku dibe şerê cih û pêgehê be di cîhaneke nû da ku niha tê çêkirin. Yê ku vê cîhanê baş nexwîne, dibe ku ji hevsengiyên wê derkeve, çiqas dîrokeke dirêj a xebatê jî hebe. Lê yê ku karibe li ser armanca neteweyî bi hêz bimîne û di rêbazan da nerm û nûjen be, ew dikare baştir doza Kurdî biparêze, hebûna wê bihêz bike, û wê nêzîktir bike bo mafê wê yê dîrokî: azadî, dewlet û yekîtî.

 

Dê bidome...