Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp: Ez naxwazim bi Îranê re bigihîjim lihevkirin

14:07 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2026

Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka îro 17'ê Pûşperê got: Ez naxwazim bi Îranê re bigihîjim peymanekê, bi van mirovên nexweş re.

Li gorî rapora Reutersê, Tiramp ku piştî êrîşên dualî yên hêzên çekdar ên Komara Îslamî û Amerîkayê bi rojnamevanan re diaxivî, di bersiva pirsa rojnamevanan a derbarê "lihevkirina Îslamabadê" de got: Ez bawer im ku ew bi dawî bûye.

Tiramp got: Ez ê destûrê bidim danûstandkarên me yên bilind ku heke bixwazin, berdewamiyê bidin danûstandinan, lê ez vê yekê dûr dibînim.

Em dixwazin lihev bikin, lê ew direvkerin, dibêjin ku me qet li ser vê mijarê neaxiviye.

Pirsgirêkek di hundirê wan de heye, ew dîn in.

Ew derewker, xapînok û mirovên nexweş in. Wan zirar daye xelkê Îranê, wan 54 Hezar kes xwenîşander kuştine.

Hûn dizanin gava mirov dipirsin çima heta niha xelkê nekariye desthilatê bixin dest xwe, ji ber ku pir kes hatine kuştin û çek destê xelkê de nînin, aliyê din anku rêjîm jî çek di dest de ne û kuştarê dikin.