Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cihê têkoşîna azadiya Kurdistanê di ramana nifşê “Z” de

08:45 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2026

N. Adil Direxişanî

 W. Hesen Mukerem 

 

Bê guman, cîhan di warên zanist, teknolojî û ragihandinê de bi lezeke bêhempa pêş dikeve. Her roj, kampaniyên mezin berhemên nû, şêwazên jiyanê yên nû û xewnên nû derdixin holê da ku bala nifşê ciwan bikişînin. Di cîhaneke wiha de, ciwanên îroyîn ji her demê bêtir rastî bijarteyên din tên, ji telefonên desta û hişê destkird ve bigire heya digîje şêwazê jiyanê, muzîkê, torên civakî û derfetên koçberiyê.

 

Niha em li xortekî li yek ji bajarên Kurdistana Îranê binêrin.

Mîna bi mîlyonan ciwanên din, wî jî bo pêşeroja xwe gelek xewn hene, xewn, ku hin ji wan şexsî û madî ne, perwerde, karekî baş, ewlehiya aborî, rêwîtî, serfirazî û jiyaneke bi kalîte.

Lê li kêleka van daxwazên takekesî, daxwazek jî heye ku rehên wê di dîrok û bîra kolektîf a civaka wî de hene, daxwazek ku nifşên li pey hev bi xwe re hilgirtine û hîn bersivek diyarker ji bo wê nedîtine, ke ev jî mafê diyarkirina çarenivîsê ye.

Pirsa bingehîn a vê gotarê li vir dest pê dike: Di cîhanekê de ku nifşê “Z” ji her nifşeke din bêtir bi teknolojiyê, globalîzasyonê û nirxên nû yên jiyanê ve girêdayî ye, têkoşîna azadiya Kurdistanê di hiş û pêşîniyên wan de çi cihek digire?

Ma ev armanc hîn jî beşek ji nasnameya siyasî û civakî ya nifşa nû ye, an wate û şêweya wê li gorî berê guheriye?

 

Ji bo bersiva vê pirsê, divê em pêşî jiyana rojane ya xortekî Kurd fêm bikin.

Jiyana wî bi gelek awayan ji jiyana hevpîşeyên wî yên li deverên din ên cîhanê cuda ye.

Mîna her ciwanekî din, ew li pêşketin, kar, evîn, ewlehî û pêşerojek geştir digere, lê di heman demê de, ew bi rastiyên ku ji bo gelek ciwanên cîhanê nediyar in re rû bi rû dimîne.

Li hin deveran, kolberî hîn jî beşek ji rastiya jiyanê ye.

Gelek ciwan hîs dikin ku di navbera nasnameya wan a çandî û zimanî û pêkhateya fermî ya welêt de valahiyek heye.

Ew li malê zimanê xwe yê Dayîkê fêr dibin, lê perwerdehiya fermî bi zimanekî din dibînin. Ji aliyeke din ve, pirsgirêkên aborî, xîç û xarên bêdawî yên burokrasiyê û fikarên li ser pêşerojê jî beşek ji jiyana wan a rojane ne.

Lêbelê, eger kesek xeyal bike ku nifşa nû yê Kurdistanê nifşeke depresyon û bêhêvîtiyê ye, wî wêneyeke tevahî ya rastiyê pêşkêş nekiriye.

 

Ciwanên Kurd, mîna ciwanên din ên cîhanê, ji jiyanê hez dikin.

Muzîka Kurdî, dîlan, festîval, xweza, futbol, hevaltî û evîn hîn jî beşek girîng ji jiyana wan in. Ew bi rêya înternetê bi cîhanê ve girêdayî ne, muzîk di canê wan de diherike, ew teknolojiyê bi kar tînin û pêşerojek baştir ji bo xwe xeyal dikin.

Bi rastî, nifşa “Z” li Kurdistanê di navbera du cîhanan de dijî, ji aliyekî ve, cîhanek ku bi lez diguhere û derfetên nû pêşkêş dike, û ji aliyê din ve, rastiyên civakî û dîrokî ku bandorê li jiyana wan dikin.

Pirsa sereke ew e ku, di rewşeke wiha de, gelo têkoşîna azadiya Kurdistanê hîn jî ji bo nifşê nû serekî ye? An jî ev nifş ji her tiştî bêtir li avakirina pêşeroja xwe ya kesane digerin?

 

Wisa xuya dike ku bersiva vê pirsê ne "erê" û ne jî "na"yeke sade ye.

Nifşê nû, berevajî nifşên berê, nasname û azadiyê li pêş jiyanê naxe. Naxwaze di navbera pêşeroja xwe ya şexsî û pêşeroja civaka xwe de hilbijêre. Herduyan jî dixwaze, di rastiyê de, derfeta jiyaneke baştir û serbilindiyê di parastina ziman, çand, rûmet û mafê biryardana çarenivîsa xwe de dikare pêvajoyeke dil şikestî be.

 

Belkî ji ber vê yekê ye ku têgeha têkoşînê di hişê vê nifşê de jî diguhere.

Ji ber vê yekê, ger tevgera siyasî ya Kurd bixwaze bi kûrahî bi Nifşa “Z” ve girêdayî bibe, tenê xwe dispêre bîranînên berê, bes nabe. Ev nifş dixwaze bizanibe ku Kurdistaneke rizgarkirî dê çi guhertinekê li ser jiyana wan a rastîn de bîne, dê çi bandorê li ser perwerde, aborî, kar, azadiyên kesane, dadperwerî û pêşeroja wan bike.

Belkî taybetmendiya herî girîng a Nifşê “Z” ew e ku ew armanc xwaz e, lê di heman demê de ew li ser encamê jî disekine. Ew derbasiyê ji bîr nake, lê ew pêşerojê ji bo derbasiyê fîda nake. Ji ber vê sedemê, divê pêvajoyek were afirandin ku efsane (Pêşmerge) bikaribin li kolanên Kurdistanê bigerin da ku rûmeta îradeya neteweyekê di dilê ciwanan de ji nû ve biafirînin.