Pêka rapora “Wall Street Journal” Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê piştî lêkolîna bi ser vegeriyan bo şerê tevav digel rêjîma Îranê, biryara berdewamkirina danûstandin digel vê rêjîmê daye.
Pêka vê raporê Donald Tiramp li wan çend rojên dawiyê de digel Wezîrê Berevanî û Serokê Stada Hevpar a Hêzên Çekdar ên Amerîkayê li derheq êrîşên zêdetir bo ser paşmaweyên rêjîma Îranê danûstandin kiriye, lê biryar daye ku hêj danûstandinan berdewam bike.
Li halekê de spaha pasdaran a terorîst tekeziyê li ser standina bacê ji gemiyên li tengava Hormozê de dike, Amerîka ragihandiye ku dibe derbasbûna gemiyan bê beranber û bê dana bacê be, vê yekê danûstandin heta astekê aloz kiriye.
Ji aliyê din ve Kirîs Rayt ê Wezîrê Enerjiyê yê Amerîka ragihandiye ku rêjîma Îranê çi hevkariyê bike an ne, Amerîka dê derbasbûna azad û bê bac ya gemiyan li tengava Hormoz de garantî dike û rêjîma Îranê heta niha ti hevkariyek jî li vê derheqê de nekiriye.