Di pêla nû ya êrîşên Amerîkayê de bo ser rejîma Îranê ku şeva derbasbûyî hatin kirin, CENTCOMê ragihand ku wan zêdetirî 90 armancên leşkerî li herêmên cuda yên Îranê bombebaran kirine. Ev operasyon bi armanca kêmkirina şiyana rejîma Îranê ya ji bo êrîşkirina ser keştiyên bazirganî û karmendên sivîl li Tengava Hormozê hatiye encamdan.
Arimanc ev bûne: Sîstemên parastina esmanî, Saziyên çavdêriyê yên li ser behrê, Enbarên mûşek û dironan, Amûr û saziyên deryayî, Jêrxaneyên lojîstîk ên leşkerî li seranserê xeta qiraxavî a Îranê
CENTCOMê ragihand ku di şeva yekem a operasyonê de jî 60 belemên Spaha Pasdaran hatine armancgirtin.
Hevdem, medyayên fermî yên Îranê nûçeya êrîşkirina ser 2 pirên hesinî li bakurê rojhilatê welat belav kirin. Mediayên rejîmê ragihand ku çend mûşek li pireke parêzgeha Gulistanê ketine.
Li Xuzistanê jî, Cîgirê Ewlekariyê yê Parêzgar ragihand ku di êrîşa Amerîkayê de li derdora Ehwazê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û çend kesên din jî birîndar bûne, lê hûrgiliyên zêde li ser cihê rastî yê êrîşê an jî nasnameya qurbaniyan nehatin dayîn.