Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina dehan çekdarên rejîmê bi hegera êrîşên Amerîkayê

10:14 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2026

Li pey êrîşên Amerîka û rejîma Komara Îslamî li dijî hevdu di 48 demjimêrên borî de, ajansên nûçeyan ên ser bi rejîma Komara Îslamî ragihandin ku 14 çekdar ji ber van êrîşan hatine kuştin.

Ajansa nûçeyan a "Tesnîm" a ser bi Spaya Pasdaran a rejîmê, kuştina 14 çekdarên ser bi hêzên esmanî û deryayî ji ber êrîşa şeva borî ya Amerîkayê bo ser bingehên Çabehar, derdora Ehwaz û Bûşehrê piştrast kir.

Artêşa Amerîkayê roja sêşemê ragihand ku wan êrîş kiriye ser zêdetirî 80 armanc li başûrê Îran, û şeva derbasbûyî jî pitir ji 90 cihên leşkerî keftine ber êrîşa Amerîka.

Di heman pêwendiyê de, Fermandarê Giştî yê CENTCOMê ragihand ku ji ber van êrîşan, hêza êrîşkar a deryayî ya rejîma Komara Îslamî li Tengava Hurmizê bi temamî lawaz bûye.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, ji sedî 90ê hêza rejîmê li wê deverê, di nav de sîstema dji-esmanî, saytên mûşekî û dironan, saziyên deryayî û belemên bilez ên êrîşkar ên rejîmê li Tengava Hormozê bi temamî ji nav çûne, û tê texmînkirin ku dehan kes ji hêzên rêjîmê di wan êrîşan de hatibine kuştin.