Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê ragihand ku Tehranê piştî destpêkirina êrîşên esmanî yên Amerîkayê, peywendî bi wan re kiriye û bi israr li pey rêkeftinê digere.
Tiramp di nav balafira serokatiyê de ji rojnamevanan re got: "Ew pir dixwazin lihevkirinê bikin û hinekî berê peywendî kirin, belê ez dinazanim ka ew şayisteyî rêkeftinê ne û dê pêbend bin an na, kêşe li vir e."
Tiramp piçtevanî ji êrîşên Waşîngtonê kir û wekî bersivekê ji bo êrîşên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî li Tengava Hormozê wesif kir.
Navborî hişyarî da ku Amerîka ji vir şûn de dê pir tundtir bersiv bide û ragihand: "Her car ew êrîş bikin, em ê bi 20 beranber bersiva wan bidin."
Derbarê îhtimala veguhertina van alozîyan bo şerekî piralî, Tiramp got "ez nizanim ka dê çi çêbibe", belê tekez kir ku Amerîka berê gihîştiye armancên xwe yên serbazî û niha jî tiştekî wusa yê Îranê nemaye ku ji dest bide.
Ev axiftin di demekê de ye ku asta amadebaşî û aloziyên serbazî li herêmê gihîştiye asta xwe ya herî bilind.