Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê hêzek zêde li bajarên Kurdistanê de cihgîr kiriye

11:49 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2026

Li gorî nûçeya giheştî bi beşa nûçeyan a Navenda ragehandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Navendên tepeserkar ên rejîmê li çend rojên derbasbûyî de bi cihgîrkirina hêzên xwe li bajarên Kurdistanê de, hewla mîlîtarîzekirina Kurdistanê dane.

Li gorî zanyariyan, hêzên spaha pasdaran a terorîst û hêza întizamî li bajarên Bokan û Sayînqela bi çendîn maşînên bê pilak li cora Pêjo, Pirrayd û Semend hatine cihgîrkirin.

Li hinek li şeqamên wekî felekeya fermandarî û eskenderî li Bokanê, xala tevtêş û pişkinînê danane.

Li gundên Sayînqelayê de hêzên nizamî û ewlehî bi maşînan bi gundan de digerin û çendîn gund wekî Mehmûdava û Kirkirer bi çekan ve xwe dane xûyakirin.

Rejîm û navendên ewlehî li devedevê binaxkirina Elî Xamineyî de ji tirsan û bi mîlîtarîzekirina Kurdistanê cehdê dikin ku pêş bi serhildan û her cure herekeyek xelkê bigrin.