Spaha pasdaran a terorîst li daxûyaniyekê de ragehand, hêzên deryayî û hewafezayî li êrîşek hevbeş de li rêya mûşek û dironên jêrxanên girîng ên heçîkîjan ji binkên Erîfcan û Elelselamî li Kiweyt û Cefîr û Şêx Îsa li Behrêyîn kirine amanc.
Roja Pêncşemî 18ê Pûşperê, Spaha Pasdaran li daxûyaniyekê de ragehand em hoşdariyê didne Amerîka ku li egera dubarebûna êrîşan, emê êrîşên tundtir bikne ser binkên din li deverê de.
Herwisa li dirêjya şiltaxiyên rejîma Îranê dij bi welatên deverê, spaha pasdaran bo carek din li demjimêr 8 û 30 xulekên sipêdeha îro de, binkên Amerîka li deverê ji wan sîstema Patroyt li Kiweytê, dekela mahwareyî li Qeterê, paşkefta şevata erteşa Amerîka li Behrênê bi dironan kire amanc.
Hêjayê gotinê ye ku li hember de, arteşa Amerîka li heyama 48 demjimêrên derbasbûyî de nêzî bi 100 binkên girîng ên serbaziye rejîma Îranê li başûrê Îran û Tengava Hormozê kiriye amanc û heya niha pitir ji 12 çekdarên rejîmê bi vê sedemê hatine kuştin û bi dehan kesên din jî hatine birîndar kirin.