Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka Sûriyê li nava lîstê dewletên piştevanê terorîsmê derdixe

13:20 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2026

Dewleta Amerîkayê bi kongieya wî welatî ragihandiye ku biryar daye navê Sûriyê di nava lîstê “dewletên piştevanê terorîsmê” derbixe, Kongireya Amerîkayê 45 rojan derfet heye ku li ser vê biryara dewleta Amerîkayê lêkolînê bike.

Marko Robiyo, Wezîrê derve yê Amerîkayê ev biryar bi Kongireya Amerîkayê ragihandiye, bi wî awayî proseya derxistina Sûriyê li nava lîstê dewletên piştevanê terorîzmê dest pê kiriye û hekî Kongireya Amerîkayê li heyama 45 rojên bê de rexnê ji vê biryarê negire û dijayetiyê digel vê biryarê neke, Sûriye piştî çend dehikan dê li lîstê “dewletên piştevanê terorîzmê” derkeve.

Marko Robiyo, ev biryara bi pêngawek dîrokî ji aliyê Serkomarê Amerîkayê û derfetek bi xelkê Sûriyê bo pêşkevtin û geşeya wî welatî binav kir.