Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aboriya Îranê bi rêjeya 5.4% biçûktir dibe

13:21 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2026

Sindoqa Navdewletî ya Diraf di rapora xwe ya herî nû de ragihand ku berhema nexalis ya navxweyiya Îranê di vê salê de bi rêjeya 5.4% dê kêm bibe, û di sala bê de jî tenê 2.9% geşe dike.

Herwisa hevdem, Îraq, Kuweyt û Qatar jî bi sedema girtina Tengava Hormozê di bihara îsal de û bi sedema êrîşên Komara Îslamî li ser wan, rastî geşeya nerênî ya aboriyê bûne, Lê berevajîya Îranê, dê sala bê dê geşeya aborî ya du hejmarî tomar bike.

Di demekê de ku tevahiya geşeya aboriya herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di vê salê de 0.7%e , tê pêşbînîkirin ku ev rêje di sala bê de bigihîje 6.5%.

Ji aliyekî din ve, her çend geşeya aborî ya Herêma Ewropa, Çîn û piraniya welatên Aasiyayî di vê salê de hêdîtir bibe, lê aboriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gorî sala borî 0.2% zêde dibe û digihîje 2.3%.

Di asta cîhanî de jî, geşeya aborî bi kêm bûna nîv ji sed li gorî sala borî digihîje 3%.

Lê tê pêşbînîkirin ku di sala 2027an de dîsa ber bi bilindbûnê ve diçe û dê bigehe 3.4%.