Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firanse rêjîma Îranê bi sebebkarê destpêkirina dubare ya şer binav kir

14:32 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2026

Jan Noêl Baro, Wezîrê Derve yê Firansê li hevpeyvîn digel tora “TF1” de li bersiva pirsyara êrîşên vê dawiyê yên Amerîkayê de gotiye: “Ev rêjîma Îranê bû ku bi armancgirtina gemiyên ku li avên Omanê de derbas dibûn, hem pêbendiyên xwe û hem mafê navnetewî binpê kir”.

Herwisa navbirî ragihand: “Rêjîma Îranê lihevkirina ku li heyva derbasbûyî ya zayînî de digel Amerîkayê kiribû, binpê kir”.

Jan Noêl Baro bi tekezî ragihand ku dibe ev kiryarên paşmaweyên rêjîmê bênê sekinandin da ku ev danûstandinên hestiyar li rewşeke baş de berdewam bin.

Amerîka û paşmaweyên rêjîmê li roja Çarşemiyê de dubare êrîş kirine ser hev û Amerêkayê ragihand ku ev êrîş bi armanca kêmkirina şiyana paşmaweyên rêjîmê bo gefxwarin li azadiya gemîranî li tengava Hormoz de kiriye û paşmaweyên rêjîmê jî belav kirine ku binkeyên Amerîka li Kowêyt û Behrêynê de kirine armanc