Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xercê dermanên kîmiyayî yên şêrpencê 10 qat bilind bûye

14:03 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2026

Pêka rapora rojnameya “iqtisad” a rêjîmê xercê her doreya kîmotêrapî anku Şîmîdermanî bo nexweşiya şêrpencê li heyama 2 salan de ji 7 milyon Tûmenî heta 70 milyon tumenî anku 10 qat bilindtir bûye û ev nirxa jî her vê bilindtir dibe û kêmbûn û destnekevtina wan dermanan bi vê nirxa bilind jî kirîzek din e.

Pêka vê raporê enfilasiyona warên dermanan li wan 3 heyvên demsala Bihara îsal li heyva yekem, %15.6, li heyva duyê de %23.1 û li dawiya heyva sêyem a Biharê de %8.6 bilind bûye ku bi wateya bilindbûna %47.3 li demsala Biharê de ye.

Amara serast a bilindbûna nirxa dermanan, gelek zêdetir ji wan amarên rêjîmê ye û bêserûşûnbûna 700 milyon Dolar ji dirafê diyarîkirî bo kirîna dermanan jî bi tenê beşek ji sedemên qeyrana dermanan li Îranê de ye.