Berpirsên Amerîkayê ragihandine ku paşmaweyên rêjîma Îranê êrîşa bo ser gemiyên neftkêş ên tengava Hormozê xistine stuyê taqimeke tawankar a di nava rêjîmê de, pêka gotina wan berpirsên Amerîkayê ev yeka nîşaneya kêşmekêşekî bihêz li navbera taqimên desthilatar ên paşmaweyên rêjîmê ye ku gihîştiye qonxa dijayetiyê.
Amerîkayê bi rohnî daxwaz ji paşmaweyên rêjîma Îranê kiriye ke bi aşkere rabigehîne ku êrîşa bo ser gemiyan li tengava Hormoz de sekinandine û derbasbûn ji vê tengavê bêberanber û bê bac e.
Pêka rapora Reutersê, Amerîkayê bi paşmaweyên rêjîmê ragihandine heta roja Şemiyê derfet heye daxuyaniya azadbûn û bêbacbûna hemû rêyên deryayî li tengava Hormoz û sekinandina êrîşan bo ser gemiyan, bi fermî belav bike.
Pêka gotina karnasan, spaha pasdaran a terorîst gemiyên ticarî kirine armanc.