Donald Tiramp Serkomarê Amerîkayê li tora civakiya “Truth Social” de nivîsandiye ku hekî rêjîma Îranê gefa xwe bo terorkirin an hewldan bo terorkirina serkomarê Amerîkayê cî bi cî bike, hezar mûşek amadeyê avêtin bo aliyê Îranê ne û hezaran mûşekên din jî dê bi lezgînî bo aliyê Îranê bêne avêtin.
Donald Tiramp li peyama xwe de daye zanîn ku Artêşa Amerîka amade ye hekî hewce bike, beşên berfireh ji Îranê bike armanc.
Ev peyama Donald Tiramp li halekê de ye ku li rêûresma gerandina termê Elî Xamineyî de dirûşm û plakardên Donald Tiramp bikujin û herwisa wêneyên xelata terorkirina Donald Tiramp ji aliyê paşmaweyên rêjîmê ve hatibûne belavkirin.
Li halekê de Donald Tiramp li peyama xwe de gotibû “Ev kesê yekem li lîstê teror a Îranê de ye, tora “CNN”raporek belav kir û pêka vê raporê, Îsraîlê li vê heftiyê de hinek zanyarî dane Amerîkayê, ku dide xuya paşmaweyên rêjîma Îranê ji nû de pîlanek bo terorkirina Donald Tiramp, amade kirine.