Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Xezenedariya Amerîka sermayedarekî mezin ê ser bi Xamineyî siza da

10:42 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2026

Wezareta Xezenedariya Amerîka roja Înê sizaya nû xiste ser sermayedarekî rejîmê, ku bi birêvebirina darayîya Mucteba Xamineyî, rêberê rejîma Îslamî tohmetbar e.

Hevdem çendîn nivîsîngehên dirav keftine ber sizayê ku tê gotin bi milyardan dolar bo bankên sizakirî ên Îranê veguhastine.

Wezareta Xezenedariyê ragehandiye ku ew pêngav piştî êrîşên dubareye Îranê bo ser keştîwaniya navdewletî li Tengava Hormozê de hatine.

Waşingtin siza bi ser Elî Ensarî welatiyê Îranî akinciyê Îmaratê de sepand û navbirî bi serperestîkirina torek cîhanî a xaniyan û darayîyên bazirganî ku qazancê wê bo Xamineyî, taqima desthilatdariya rejîmê û spaha pasdarane tometbar kir.

Sikat Bêsênt, Wezîrê Xezenedariya Amerîka ragehand, bi wî kesî tê gotin rêberê bilind, ku li qulçekê de xwe veşartiye, li demekê de ber bi jinavçonê ve diçe, Xezenedariya Amerîka li bikaranîna her emrazekê ku li ber dest de be bo birîna wê taqima hakimê rejîmê li sîstema darayîya cîhanî de, dê berdewam be.

Herwisa Wezareta Xezenedariyê siza bi ser çendîn nivîsîngehên guherîna diravê Îranî, birêveber û kompaniyayên sîber de sepand ku tometbar in bi cîbicîkirin û parastina bi milyardan dolar bo bankên dorpêçkirî.

Li gorî wê biryarê, tev darayî û berjewendiyên wan Kes û kompaniyan li nav xaka Amerîka de wê bên biloke kirin.