Roja Înê 10ê Tîrmehê, Şêwreya Ewlehî li civîna xwe de bo careke din tekezî li ser rêgirîkirin ji rêjîma Îranê bo bidestveanîna çeka navkî kir û ragihand ku nabe rêjîma Îranê bi ti awayek û rewşekê de çeka navkî bi dest xwe ve bîne.
Şêwra Ewlehî nigeraniya xwe li derheq şerxwaziyên vê dawiyê yên rêjîmê û rewşa aloz a tengava Hormozê, êrîşên rêjîmê bo ser welatên deverê û nebûna amareke serast li rêjeya paşkevtkirina oraniyoma Meyandî, dane xuya.
Li rapora Sekreterê Giştî yê Şêwreya Ewlehî û Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî de hatiye ku heta niha li ser rewşa oraniyoma meyandî, rêje û cihê ragirtina vê, ti zanyariyek li ber dest nîne.
Nûnerê Amerîka li vê Şêwrayê de li derheq êrîşên rêjîmê bo ser jêrxanên serbazî û aborî û gemiyên ticarî yên Erebistan, Qeter, Behrêyn û Ordonê huşdarî da û ragihand ku hekî rêjîma Îranê careke din êrîşê bike ser gemiyên ticarî û cihê niştecîbûna xelkê medenî yên welatên kendavê, Amerîka dê bi tundî bersivê bide.
Herwisa nûnerê Behrêynê jî ragiahnd ku paşmaweyên rêjîmê sedema wan hemû alozî û nearamiyan e.
Nûnerê Behrêynê eva jî got ku paşmaweyên rêjîma Îranê, dîplomasiyê bi tenê bo bidestveanîna demê bi kar tînin, ne bo aramî û lihevkirinê.