Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yêsraîl Katis, Emê vê car gelek bihêztir êrîşê bikne ser Îranê

13:30 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2026

Hevdem ligel ragehandina dawiya agirbestê ji aliyê Donald Tiramp ve, serkirdên Îsraîlê amadehiya xwe bo sêyemîn gera êrîşên mezin bo ser Îranê radigehîn in, berpirsekî Amerîkî jî bi Fox Newsê ragehandiye ku Waşington li nêzîk ve ligel Îsraîlê li hevahengiyê de ye.

Yêsraîl Katis, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê ragehand, erteş bo destpêkirina operasyonan, daxûyaniya serdestiya esmanî û encamdana êrîşek serbixwe dijî Îranê bo jinavbirina gefan, bo cara sêyem li amadebaşiya tewaw de ne.

Katis herwisa hoşdarî da ku ger em neçar bin, emê bi hêzek mezintir êrîşê bikin ser Îranê.

Hevdem Bênyamîn Natanyaho, Serokwezîrê Îsraîlê tekezî kiriye ku şerê wan bi dijî Îranê dawî pê nehatiye û ragehand ji bilî her rêkeftinekê ligel Waşingtonê, rê bi Tehranê nayê dan ku bibe xwediyê çeka navkî û got em bo her sînaryoyekê amade ne.

Lê berpirsekî Amerîkî ew raportane red kirine û ragehand ku hevahengiya nêzîk li operasyonên wekî Çekûşa Nîveşevê û Kerba Hemasî, berdewam e.