Donald Tiramp, Serkomarê Amerîka li kombûna kabîneya xwe li kempDeyvîd hoşdarî da ku Amerîkî dibe bo berdewamiya şer ligel Îranê amade bin û ragehand Waşingtin heya têkşikandina tewaw a şiyanên Tehranê wê berdewam be heya serkeftinê bi dest xwe ve tîne.
Tiramp êtiraf bi vê yekê kir ku renge ew kêşmekêşma 5 mehan dom bike, lê tekezî ji vê kir ku Îran bi sedema berdewamiya êrîşan ve roj bi rojê lawaztir dibe.
Serkomarê Amerîka îşare bi vê kir ku niha Îran hêza deryayî, hêza esmanî û berevaniya esmanî nemaye û tenê beşek gelek kêm li şiyana vê maye.
Tiramp li kombûna kabîneya xwe li kempDeyvidê li Mêrîlend got: ew lawaztir dibin. Renge kêmek bihêztir bibin, lê wê lawaz bin û piştre wê ji nav biçin.
Hevdem li warê berdewamiya dîplomasiyê ve eşkere kir ku bi sedema direvkirin û zanyariya xelet ve, Tehran li geheştin bi rêkeftinê reşbîn bûye.
Ew hoşyarîdanên Tiramp li demekê de ne ku berdewamiya êrîşên mûşek û dironî ên Îranê li deverê û nêzîkbûna hilbijardina parlemana Amerîka, givaşên siyasî li ser koşka sipî zêdetir kiriye.