N. Eskender Ceiferî
Heyva Gelawêjê di nav hemû heyvên salê de ji bo Kurdan wateyeke taybet bi xwe re tîne. Gelawêj, tê wateya hewldan ji bo rizgarbûn ji tepisandinê.
25'ê Gelawêja îsal 81'emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistanê ye, PDKÎ sala 1945’an li ser bingeha rêxistina Komeleya Jiyaneweya Kurd, (J.K) ku sê salan berî wê pêk hatibû, hate avakirin.
Niha jî rabûn, bi hemû werz û dansalên xwe, rengê nîştimana Gelawêjê dide welatê me.
Beriya çend salan dema ku Hizba Dêmokrat basa xebatê dikir, digot em niha di warê rêkxistinî û siyasî de xebatên xwe dimeşînin. Lê vê carê rewş cuda ye û ev çend sal in ew partî baseke cuda dike. Ew dibêje dibe ku rewş were guhertin.
Beriya çend salan, piştî Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, hin partiyên din ên Kurdistana Rojhilat jî hêzên xwe birin sînor.
PDKÎ ku mîratgira Komara Kurdistanê ye, hertim li pişta xelkê xwe bûye. Xelk jî dibêje ku eger şerê demjimêra sifr a jinavbirina rêjîmê çê bibe, ew amade ne. Ji aliyekî din ve vê partiyê jî çendîn şehîd di pevçûnên xwe bi Spaha Pasdaran re dane û gelek ziyan li Spahê dane.
Ev çalakî, heman xebat in ku ji Gelawêja 81 salan berî niha ve dest pê kirine û hîn didomin.
Gelawêj tenê ji bo Kurdan nayê wateya xebatê. Gelê Urogoyê yek ji wan gelan e ku di vê heyvê de serxwebûn ji xwe re bi dest xistiye. Ew sala 1825'an ji Birêzîlê cuda bûn. Neteweyeke din ku di vê heyvê de çarenivîsa xwe diyar kir, Bêlaros e ku sala 1991’an ji Yekîtiya Sovyetê veqetiya û serxwebûna xwe ragihand.
Dilê Kurdan jî bi Gelawêjê xweş e û ew ji bo ku bigihin Gelawêjeke azad, xebata xwe didomînin.
Ne PDKÎ û ne jî partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê, li bendê nîn in ku aliyên derve û welatên din, Kurdistanê ji bo wan rizgar bikin. Lê ew dizanin ku Donald Tiramp serokkomarê Amêrîkayê di kiryarên xwe de li hemberî Îranê xurt e. Li gor wan, Tiramp weke Obama ji Îsraîl û Seûdiyê naxwaze li hemberî Îranê nerm be lê belê dê lidij derkeve.
Hemû partiyên netewegir ên Rojhilat û di nav de jî Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê dibêjin Kurd neteweyek e û Kurdistan jî welatek e û divê partiyên Kurdî li ser bingeha berjewendiya netewî tevbigerin.
Gelawêj, Pûşpera xembar a Dr. Qasimlû jî bîr nake, Xakelêwa Qazî û Xermanana Şerefkendî jî ti caran ji bîr nake û lewma jî keç û xortên Kurd ref bi ref tevlî rêza xebatê dike û li hemberî desthilata tepisandibê û gemar a rêjîma dagirkar a Îranê perwerde dike.
Êdî ji bilî pêşmergeyan navbajar, endamên eşkere ên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Herêma Kurdistanê jî, ji bo berxwedana çekdarî li hemberî rêjîma meleyên Tehranê têne rahênan.
PDKÎ ku mîratgira Qazî Mihemed, Dr. Şerefkendî û Dr. Qasimlo ye, sala 2017'an ji bo cara yekemîn navê Pêşmergeyên Navbajêr bi kar anî. Ew jî, ji bilî wan hêzan e ku weke Bazên Zagrosê dihatin binavkirin û bi taktîkên xwe û bi riftar û kiryarên xwe dişibin vê partiyê û xelk jî, wan, ji vê partiyê cuda nabîne. Tevî ku PDKÎ berpirsyaretiya kiryarên wan nedaye ser xwe, lê rabûn û serhildan, bi hemû demsalên xwe, Pêşmergeyên Navbajêr, Pêşmergeyên Çiya, Bazên Zagrosê û… hemû di xizmeta Gelawêja 81 salan xebat û berxwedanê de ne û di pêxema pêşerojeke geş de ne.
Ne sêdareya Çarçirayê, ne têrora Viyenê, ne têrora Mîkonosê û ne jî şehîdkirina bi hezaran keç û xortên Kurd, nekarî bejna neteweya me li hemberî dagirkar bitewîne. Lê belê xebata wan ji berê germtir û xurttir bûye û bi tîrêjên welatê agir û rojê, sibeh û şevê, dilê ciwanan ji bo evîna welat dinexşîne.
Kevnartirîn partiya Kurdî ku bi awayekî rêkxistinî, di qonaxên cuda de ji serdema Komara Kurdistanê ve li ser piyan sekinî, bi xebata veşartî di serdema Pehlewiyan de û bi xebata eşkere ya ku bi destê Dr. Qasimlû dest pê kir, nîşan da ku modêrnîzebûn, tenê ev nîn e ku berên xwe bidin welatên rojava û her tişta ku ew bikin, em jî bikin. Bê guman PDKÎ nîşan daye ku dilê Gelawêj û Gelawêjdostan nahêle û bi dahênanên nû, dê ji bo dabînkirina mafên netewî û dêmokratîk û modêrn ên Kurdan, di kar û xebata xwe de berdewam be.