Li gorî nûçeya Fox Newsê, Donald Tirump, serkomarê Amerîkayê, roja duşemê piştî ku berpirsên Komara Îslamî dana xisarê ji aliyê Amerîka ve ji bo zirarên şer wekî yek ji mercên vekirina Tengava Hormozê anîn rojevê, got ku divê Îran jî ji bo zirar û xisarên kiryarên xwe yên di çend dehsalên borî de xisarê bide.
Tiramp di tora civakî ya «Truth Social» de ragihand ku wî ferman daye nûnerên Amerîkayê ku mijara wergirtina xisaretê ji Îranê di her danûstandineke pêşerojê de bînin zimên. Wî got ku berpirsên Komara Îslamî daxwaza xisaretê zirarên şerê kirine, lê li gorî gotina wî, ev mijar berê di danûstandinên di navbera her du aliyan de nehatibû rojevê.
Tiramp herwisa Îran di kuştin û birîndarkirina amerîkiyan di êriş û pevçûnên cûda de berpirsiyar zanî û got ku divê Tehran ji bo van bûyeran, xisaretê bide. Tiramp daxwaza dayîna xisaretê ji bo malbatên xwepêşanderên îranî kir ku di nav nêzîkî 50 salên borî de ji aliyê rêjîmê ve ve hatine kuştin.
Tiramp di dewamê de got ku divê Îran li hember zirar û qurbaniyên têkildarî kiryarên xwe yên li Libnan, Sûrî, Yemen û Xezeyê de jî berpirsiyar bê nasîn û xisaretê bide.
Gotinên Tiramp piştî wê hatin ziman ku Komara Îslamî ji bo vekirina Tengava Hormozê mercên wekî dawîanîna li operasyon û gefên leşkerî yên Amerîkayê, rakirina cezayan, serbestberdana sermayeyên blokebûyî yên Îranê û dana xisara zirarên şer anîn rojevê.
Tiramp paşê zêde kir: «Eger em bixwazin vê tiştê bikin, bê guman şiyana me ya wê heye. Erê. Hûn ê paşê tê bigihin.»