Donald Tiramp, Serkomarê Ameîkyê ragihand ku kite hêza ku tengava Hormozê Kontrol dike, hêza deryayî ya Amerîkayê ye û rêjîma Îranê nirxa kiryarên xwe yên xirab ên wek danîna bomban û kuştina sedan hezar kesî dê bide.
Herwisa Donald Tiramp ragihand ku dorpêçeke tevav li tengava Hormozê de bi rê ve dibin ku wek dîwareke polayî ye û bi tenê bi îzin û derfeta hêzên Amerîkayê gemiyên ticarî dikarin ji vê tengavê re derbas bibin.
Donald Tiramp bi tekezî ragihand derfetê nadne gemiyên rêjîma Îranê ku hatinûçonê bikin, lê rewş hinek aloz e çimkî paşmaweyên rêjîmê li tengava Hormoz de mînên deryayî danîne û em wan mînan peyda dikin, me tengav bi tevavî ji mînan paqij kiriye û %100 a tengavê li kontrola me de ye.
Tevî wan axaftinên Serkomarê Amerîkayê, paşmaweyên rêjîmê dema ku derfetê peyda dikin, gemiyan li tengavê de dikin armanca diron û mûşekan.