Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Navxwe ya Îraqê 71 binkeyên Heşda Şeibî daxistin

10:09 - 11 Tebax 2026

Miqdad Mîrî, berpirsê beşa Pêywendiyên Giştî û Ragihandina Wezareta Navxwe ya Îraqê li civîneke rojnamevaniyê de daye zanîn, 71 binkeyên ku birêveberên wan banghêjya vê dikin ku ser bi Heşda Şeibî ne daxistine û vê wezaretê daxwaz ji xelkê kiriye ku heta dawiya salê çekên xwe radestî hikûmetê bikin.

Navbirî ragihandiye vê wezaretê databêysek çê kiriye ku hûrgiliyên nêzî 6 milyon çekan li seranserê Îraqê li xwe digre û heta niha zêdetir ji nîv milyon çekên xelkê Îraqê hatine tomarkirin û desr bi ser 143 hezar çekan de jî hatiye girtin û 2 hezar û 668 çek jî ku hatine dizînê hatine diyarîkirin û zêdetir ji 160 hezar mohletên hilgirtina çekê bi xelkê hatiye dan.

Herwisa navbirî tekez kir ku bikaranîna her cure dironekê li esmanê Îraqê de, bê îzn û mohleta fermî ji berpirsan, kiryareke terorîstê tê hisêb û dê encamder bikevne ber sizakirin û lipeyketina yasayî.

Hikûmeta Îraqê heya dawiya meha Îlona Îsal derfet daye hemî girûpên çekdar yên Îraqî û bi taybetî girûpên ceuda yên Heşda Şeibî û çekdarên Şî’e yên nêzîkê rêjîma Îranê ku dive çekên xwe radestî Artêşê bikin û xwe hilweşînin.

Di çend rojên derbasbûyî de Artêşa Îraqê bi fermana El Zeydî dest bi ser sedan Mûşek û Diron û embarên çekên wan milîsan de girtin.