Kirîza bihabûna hewcehiyên bijêv û daketina berçav a şiyana kirînê, kedkarên Îranê xistiye jêr givaşa darayî û metirsiyê de.
Li gorî raporta nûçegihaniya Îlnayê kurtanîna berçav a qasa hiqûq û destmizê li hember teweroma zêde, kedkar neçar kirine ku heta bo dabînkirina hewcehiyên sereke wekî xiwarin, mîwe û dermanan, hawara xwe birine ber sîstema kirîna bi qist li rêya bername û eplîkeyşina elîktironî ve.
Mecîd Rehmetî, Endamê Desteya Birêveberiya Encûmena Kar li Tehranê, ragehand ku sebeteya bijêva malbatek kedkar gihaye 70 milyon tumenî, di demekê de hiqûqê despêkî tenê bi qasa 16 Milyon û 600 hezar Tûmen hatiye diyarîkirin.
Şareza hoşdariyê didin ku bi sedema bilindbûna nirxan û giheştina rêjeya teweromê bo serveyê %85 jiyan liser deyîn û qeran bûye diyarokekî rojane.
Herwisa tekezî tê kirin ku xemsariya berpirsên rejîmê derheq bi wan givaşên bê mînak, dikare bibe hevîna serhildana nerizatiya nû di Îranê de.