Komîteya lipeyketina girtiyan bi belavkirina navê pitir ji 60 girtiyan ragihand, gefa cîbicîkirina cezaya darvekirinê ji aliyê rejîma Îranê ve li ser wan girtiyane.
Wê komîteyê ragihan, dehan belkî, bigre sedan xwenîşanderên din jî Ii girtîgehên Îranê de rûbirûyê metirsiya bidarvekirin bûne, bê evê ku tu zanyariyek li derheq nasname, yan rewşa dosyeyên wan hatibe belavkirin.
Ew girûpa Mafê Mirovî îşare bi vê kir ku ezmûna mehên derbasbûyî vê yekê nîşan dide ku li piraniya haletan de, nasnameya wan kesên ku hatine bidarvekirin ku peywendî bi xwenîşandanên meha Befranbarê ve hebûye, tenê daxwaza cîbicîkirina sizayê û ragihandina fermî ji aliyê medyayên ser bi desthilata bi nav dadweriya rejîmê ve eşkere bûye.
Wê komîteyê tekezî kiriye ku ezmûnên sala derbasbûyî eva selmandiye ku bêdengî û teslîmbûn bo gefên ewlehî, nabe sedema parastina canê girtiyan yan azadkirina wan.
Herwisa li gorî raporta Kurdpayê, li meha 7a zayînî ve, 71 haletên bidarvekirinê li 26 girtîgehên Îranê de hatine tomarkirin û ew rêjeye, 6 kes li girtiyên nerizatiyên Befranbara 1404an û kesek girtiyê şoreşa Jin Jiyan Azadî, hatine bidarvekirin.
Hêjayê gotinê ye ku pitir ji %94 li bidarvekirinan ji aliyê çavkaniyên fermî yên rejîma Îranê ve nehatine ragihandin û %67 jî bi awayê girûpî 2 heya çend kesî hatine bidarvekirin.