Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dizîyeke 10an hezar milyard Tumenî li wezareta cehad a rêjîmê de aşkere bû

11:31 - 11 Tebax 2026

Pêka raporeke belavbûyî ya dadgeha bilind a rêjîmê, dizîyeke 45 hezar milyard Tûmenî bo kirîna 3 milyon û 500 hezar ton xwarina pez û heywana li wezareta cehad a rêjîmê de hatiye kirin û birêveberên vê wezareta rêjîmê li vê diziyê de alîkar û hevdestê vê diziyê bûne.

Pêka gotina Ebas Bîgdilî, serokê heyeta lêkolîn û lipeyketina meclîsa rêjîmê, ev rêjeya diraf bo kirîna xwarina terş û heywanan hatiye vergirtin, lê ti debarek bo pez û heywanan bo Îranê nehatiye hawirdekirin û berpirsên vê wezaretê di cihê rawstan li hember vê diziyê, ofîsa lêkolîn û lipeyketinê jî daxistine.

Wezîrê berê ê wezareta cehad a rêjîmê li gendelî û diziyên wiha de xwedî dosye ye.

Dizî û gendeliyên hezaran milyard tûmendî di nava îdarên cuda cudaye rêjîmê de bûye karekî berdewam û piraniya bûdceya wan îdareyan tête dizînê û berpirsên rêjîmê çi ber destê wan dikeve didizin.

Piraniya serweta xelkê ji aliyê desthilatdarên rêjîmê ve tête dizînê û jyana xelkê jî roj bi rojê dijvartir dibe ku êdî nan dest wan nakeve.